Print this page

Îsal zebeşên Amedê mane erdê!

Rojava News: Zebeşên Amedê ku li Tirkiye û cîhanê bi navûdeng in, ji ber erzaniyê nayê firotin. Cotkar jî ji vê rewş dilgiran in û daxwaza alîkariyê ji hikûmetê dikin.

 

Îsal bazara zebeşên Amedê baş nîne û nirxa wan pir kêm e lewma cotkar nikarin berehmên xwe bifroşin.

 

Cotkarên Amedê  pir nerazî ne û wisa li wan hatiye ku bi stran û kilaman hêrs û nerazîbûna xwe nîşan didin.

 

Li gorî ku cotkar dibêjin, giraniya zebeşekê beriya niha digihîşt 70 kg lê niha ya herî mezin 50 kg e.