Rojava News: Hat zanîn ku Japonya jî petrola Kurdistanê kiriye û milyonek bermîl bo wî welatî hatiye hinartin.
Ajansa Reutersê li ser zarê jêderekî agahdar, eşkere kiriye ku meha Çileya îsal, yekemîn barê petrola Kurdistanê, ku milyonek bermîl bûye, gihîştiye Japonya.
Li gorî Reutersê, şîrketa Japonî ya Tonyam General, petrola ku ji Kurdistanê hatiye kirrîn, derbasî parzûngeha bajarê Kawkasî li nêzîkî paytext Tokyo kiriye.
Wezareta Daraî û Bazirganiyê ya Japonya jî behsa wê kiriye ku Japonya ji Iraqê petrolê kirriye lê navê Kurdistanê neaniye.
Beriya niha petrola Kurdistanê bi rêya Bexdayê re û ji aliyê hikûmeta Iraqê ve dihat firotin lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji par havînê ve bi serê xwe petrolê difroşe.
1:26:49 PM