Print this page

Nirxê petrolê gihîşt derdora 46 dolarî!

 

 

Rojava News: Nirxê petrolê di bazarên cîhanê de îro bilind bû û asta 45 dolar bo her bermîlekê derbas kir û nêzîkî 46 dolar bo her bermîlekê bû.

Piştî ku di çend rojên borî de nirxê petrolê ber bi kêmbûnê ve çû, doh nirxê petrolê di bazarên cîhanê de bilindbûnek berçav bi xwe ve dît.

20ê Nîsanê piştî nîvro buhayê petrolê zêde bû û nirxê her bermêlekê petrolê gihîşt nêzîkî 46 dolarî.

Buhayê her bermîleke petrola Brent di saet 21:05ê  doh  bi 45 dolar û 57 sentan hat firotin.

Nirxê petrolê zêdetirî 1 sal û nîv e ku gelek kêm bûye û ji ber wê jî pirraniya welatên berhemhênerên petrolê rastî kirîzek mezin a aborî hatine.