12:00:07
Rojava News: Hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo zelaliya hatin û çûna petrolê biryar da ku çavdêrekî sêyemîn were peywirdarkirin.
Hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo zelaliya hatin û çûna petrolê biryar da ku çavdêrekî sêyemîn were peywirdarkirin. Lijneya Wezîrên Hikumeta Herêma Kurdistanê îro bi Serokatiya Nêçîrvan Barzanî civiya. Barzanî di civînê de ragihand ku ji bo zelaliya hatin û çûna petrol û xaza Kurdistanê ku ji terefê çavdêreke navneteweyî were şopandin, em hatine pêvajoya dawî.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de got:'Çavdêrên şopandina zelaliya petrol û xaza Kurdistanê wê ji terefê 4 şirketên petrol û xazê yên navneteweyî pêk were. Di heman demê de wê di erka Diwana Şopandina Ekonomiya Herêma Kurdistanê de jî bibin alîkar. Ev di mijara zelaliyê de gaveke girîng e. Hem kesên navxweyî û hem jî yên derve gelekî erênî difikirin.'
Her wiha di civîna Lijneya Wezîran de zêdekirina dahatuyên balafirxaneyên navneteweyî jî hatin nirxandin.