Print this page

Bihayê petrolê di sala 2015 ê bilind nabe

Rojava News: Li gorî pêşbînîyên rêveberê yeka rojhilata navîn ya sindoqa neqdî ya navdewletî, pênc salên bên bihayê her bermîleka petrolê dê bighêjin heftê dolaran, lê ev sal bihayê petrolê bilind nabe û dê her wek xwe bimîne.

Ehmed Mesûd rêveberê yeka rojhilata navîn ya sindoqa neqdî ya navdewletî bo Skay News ragehandîye: di pênc salên bê da bihayê her bermîleka petrolê dê bo heftê dolaran bilind bibe.

Xuyajî kirîye ku di sala 2015 da bihayê her bermîleka petrolê dê pêncî dolar bin û çi amajeyek jî nîne ku bihayê petrolê îsal bilind bibe.