Print this page

115 Milyar dînar bo avedankirina Şingalêne

Rojava News: Hukme‌ta herêma Kurdistanê‌ li ave‌dankirine‌ve‌ya de‌ve‌rdariya Şingalê‌ be‌rde‌wame‌ û hukme‌ta Îraqa fîdiral jî kujme‌yî 115 milyar dînar bo ave‌dankirina Şingalê‌ me‌zaxtîne‌.

De‌ve‌rdarê‌ Şingalê‌ bo war ragehand, neh jiyan li Sinûnê‌ arame‌, be‌lê‌ Daişê‌ bi te‌mamî xaniyên we‌latiyan xirabkirîne‌ û nawçe‌ têkidaye‌ û hukme‌ta herêma Kurdistanê‌ jî hejmare‌ka be‌rçava piroje‌yan bo Şingalê‌ dabînkirîne‌ û be‌rde‌wam jî bizava ave‌dankirinê‌ dike‌t û dîsa hukme‌ta Îraqê‌ jî bi rêya civata parêzgeha Mûsilê‌ kujme‌yê‌ 115 milyar dînaran bo ave‌dankirina Şingalê‌ me‌zaxtîne‌, lê‌ e‌w kujme‌yê‌ Îraqê‌ me‌zaxtî kême‌ û divêt zêde‌tir harîkariya me‌ bo ave‌dankirine‌ve‌ya Şingalê‌ biken.

Me‌yse‌r He‌cî gotjî: Rojane‌ we‌latiyên de‌ve‌ra Şingal dizivirine‌ se‌r mal û cihên xwe ku ji layê‌ pêşme‌rge‌ ve‌ hatîne‌ azadkirin û nuke‌ dibin kontirola pêşme‌rge‌ydane‌ û niha jî pitir ji 40 hezar xêzan zivirîne‌ se‌rmal û cihên xo li nawiçe‌ya sinonê‌ û kome‌lgehên de‌rdorên wê‌.

Navbirî got: Fe‌rmangehên de‌ve‌rdariyê‌ bo de‌rbazkirina kar û barên we‌latiyan heya ku Şingal bi te‌mamî bihêـte‌v rizgar kirin li de‌ve‌rên aram hatîne‌ ve‌kirin.

He‌cî te‌ke‌z jî kir ku piştî azadkirina de‌ve‌rê‌ bi te‌mamî dê‌ de‌st bi amara ziyanpêke‌ftiyan hête‌kirin, bo wê‌ çe‌ndê‌ ku bihêne‌ qe‌re‌bokirin û e‌w we‌latyên pisole‌ya xwarinê‌ û pêdiviyên xwe‌ be‌rze‌kirîn, dubare‌ dê‌ bo hêne‌ dirustkirin.