4:27:17 PM
RojavaNews:Helebest.. Ehmed Mihemed Kurimî :
Xwedanê xebateke dirêj û bala Salhê Cemîl Bavê Alan
Te kir gelek kêferat
Bi êş azar û xebat
Temenê xwe hemû bir
Bo serxwebûna welat
Pêşî heyv û çend rojan
Li gel te bibûm mêvan
Me hindê gengeşe kir
Li ser rewşa Kurdistan
Şevek xweş me derbas kir
Leyla û Rêzan jî li wir
Rewşa Kurd û Kurdistan
Bi berpirsî nîqaş kir
Lê dema çû paş sînor
Xwedyê deshilata zor
Çimkî ji peyva te ditirsin
Te ji mala te kirin dûr
Lê bera xweş bizanin
Ku em hemû jî zanin
Ew koleyê dujminin
Û em xwedî rêbazin
Rêbaza rast û durist
Ku Kurdistan kir buhişt
Rêbaza Kalê Nemir
Ku kes li gel nema mest
