Print this page

Li Berlînê fîlmekî kurdî xelat wergirt

Rojava News: Festîvala ContraVision ya Internasiyonal a fîliman li Berlînê piştî berdewamiya 8 rojan bi serkeftina 3 fîlman yek ji wan fîlmeke kurdî bidawî hat.

 

Di Festîvalê de ku 20ê Adarê destpêkir bû, 76 kurtefîlm ji 23 welatan beşdar bûn, yek ji wan welatên beşdar bi fermî Kurdistan bû ku bi 11 kurtefîlman cî girtibû, festîvalê rojeke taybet da kurdan û bi helkefta sersala kurdî di roja 23ê Adarê de her 11 kurtefîlm bi beşdarî û amadebûna hejmareke ji revenda kurd û hunermendên sîneyayî ên kurd û biyanî hatin nîşandan, 2 ji wan kurtefîlman bi piraniya dengan hatin hilbijartin bo fînalê.

 

Piştî ku fîlmên kurdî hatin nîşandan, serperiştiya Festîvalê navbirek dayê û delîve da Hunermendê Sînemayê Dilşad Ne’man daku bi kortî liser rewşa Kurdistanê û alav û delîveyên çêkirina fîlman rûniyekî bide.

 

Dilşad Ne’man got ev serbilindiye bo Kurdan ku li Kurdistanê di vê heyamê de ber sîngê “mezintrîn dujmin û Grûpa Terorîsta binavê DAÎŞ” bigirin û bi hêza Pêşmerge şer bikin û ji aliyekî ku ne salon ne jî bînerê sînemayê û ne bûna derfetan û hebûna alîkariyeke kêm ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, hejmareke fîlmsaz bikarin filman çê bikin û beşdarî festîvaleke wiha a mezin bikin.

 

Dawiyê jî Dilşad Ne’man spasiya rêxerên festîvalê û rêxerên beşa kurdî kir û hêvî xwestin ku salên bên Kurdistan azad û serbixwe be bi alîkariya Elmanya daku kurd bikarin baştir beşdariyê di heman festîvalê de bikin û baştri bikarin alogora Kulturê navbera Kurdistan û Elmanya de bikin.

 

Li gorî yasaya bingehîn a Elmanya, Pelegrafa 20 rêza 2ê û yasaya Netewên Yekgirtî pelegirafa 21 rêza 3ê ku seyırvanan mafê dengdan û hilbijartina Filman heye li şûna Jurry, di roja Fînalê ku 28ê mehê hatibu dabîn kirin 18 kurtefilman cî girtin, piştî hemu hatine nîşandan ku zêdeyî 4 demjimêr û 26 xolekan vekêşandî ku salon tijî bîner bu, piştî dengdan liser filman hatiye kirin, di vavartinê de 3 kurtefilm serkeftin û yek jî weke nimoneyî hat hilbiajrtin ji aliyê serperiştiya Festîvalê ve.

 

Kurtefîlmê Xaver Xylophone “Roadtrip” ji Berlînê bû yekem û  “Microphone” ji Derhênana Kerîmok ji Kurdistanê di rêza 2ê de hat û “Silver Surfer” ji Derhênana Juliane Engelmann ji Elmanya rêza 3ê bidest xist, kurtefilmê “Gummifaust” ji derhênana Marc Steck xelateke taybet wergirt.

 

Ev 23 sale ku Festîvale tê sazdan li Berlînê bo cara yekê ye Kurd binavê welatê xwe bi fermî tevî dibin û Filmên xwe nîşanî cîhanê didin, ku jêr nivîs bi Înglîzî bun û hin ji wan filman bala bîneran kişandin, taybet jî baştir haydarî rewş û jiyara kurdan bûn. Derhênerê navdarê Elmanya Îhsan Osman ku xelkê Duhokê ye û alîkariya Peyamnêrê Basnews Armanc Agîd Nêwreyî şiyan Kurdistanê tevî festîvalê bikin û peyama gelê kurd bi kurtefilman bigehînin.