Print this page

“Xetîra Xwînê” belgefîlmek derbarê komkujiya Hesekê ye

Rojava News:  “Xetîra Xwînê” belgefîlmeke Kurdî ye, ku tê de behsa bûyerên komkujiya êvara Newrozê ku derheqê welatiyên bajarê Hesekê de pêk hat.

 

Di êvara Newrozê de, du teqînên xwekujî ku DAIŞê li xwe girtibûn li nava şahiya vêxistina xetîra Newrozê li taxa Miftî ya bajarê Hesekê de rû da û di encam de zêdetirî 50 welatiyên bajêr şehîd ketin û hejmarek mezin jî birîndar ketin.

 

Ew belgefîlm ji berhemanîna her du rojnamevanên Kurd yên bi navê Alav Hisên û Cîlan Necim ku tenê 27 xulekan dema wî dirêj dike.

 

Belgefîlm bi her du zimanên Kurdî û Erebî ye ku wergerandina Kurdî bi awayekî helbestî ji aliyê helbestvan Salih Heydo ve hatiye amadekirin.

 

Di wî belgefîlmî de dîmenên berî rûdana her du teqînan diyar dibe ku welatiyên bajêr li derdora xetîra Newrozê govendê digerînin, da ku pêşwaziya sala xwe ya nû bi kêf û şahî bikin.

 

Derbarê çawaniya amadekirina wî fîlmî, derhênerê fîlm Alav Hisên wiha ji rojnameya Kurdistan re got: ”Plana çêkirina vî fîlmî ji roja yekemîn piştî teqînê kete bala me, di roja binaxkirina şehîdan de, karê me li ser amadekirinê 8 rojan berdewam kir, ew plan li gor çîrokên cawaz yên ku di wê bûyerê de çêbûn hate dayîn, yên ku dikarin bandorê li şêweyê belgehkirina fîlm bike, da ku bala temaşevanan bikşîne, çi ji aliyê bandora gotinên pêşkêşker be, çi ji bandora bûyerên ku li ser erdê hatin belgehkirin.”

 

Hisên lê zêdekir: ” Di fîlm de, me bal kişand li ser du çîrokan, ku yek ji wan, çîroka ciwanê bi navê Raman Fatimê bû ku tevî birînên xwe yên giran, birîndarên teqînê vediguhest ta ku jiyana xwe ji dest da, çîroka din ew bû, keça bi navê Sefa ku di teqînê de cêwiya xwe ya bi navê Merwa winda kir ku wê jî jiyana xwe ji dest da.”

 

Li ser armanca fîlm Hisên got: ”Ji erkê me bû ku di rêya vî belgefîlmî de, rasteqîneya komkujiya bajarê Hesekê bi herêmê û cîhanê bidin nasîn, belgehkirina zanyariyên şahidhalên li ser bûyerê ji welatiyên sivîl û pijîşkan.”

 

Derhênerê film axaftina wiha bi dawî anî: ”Fîlmê Xetîra Xwînê, piştî derbasbûna demekê ji teqînê, bi dîmenên xelkê bi dawî dibe ku jiyana xwe ya rojane bi asayî derbas dikin.”