RojavaNews :Kurte fîlmê Mesî Bexda yê derhênerê Kurd “Sehîm Umer Xelîfa” di festîvalek navdewletî de li Fransa Xelata baştirîn film wergirt.
Derhênerê film Sehîm Umer Xelîfa derbarê festivalê de ragihand: “Kurte fîlmê Mêsî Bexda li festîvala Pawil Sîmon ku li welatê Fransa birêve diçe xelata baştirîn film wergirtiye.” Û got jî: “Di vestîvalê de çend kurte film hetibûn nişankirin û kêberkî li xelata bilind ya festival dikirin.”
Xelîfa amaje bi wê jî kir: “Ev 55 emîn xelate ku fîlmê (Mesî Bexda) bidest xistiye berî niha jî ev fîlm bû li gel 9 fîlmên din bo xelata kurte film hatibû kandîdkirin bo wergirtina xelata Oskar.”
Ev kurte film çîroka zarokekî bi navê Hemûdî ku temenê wî 8 sale, bi sedema şer û cenga Îraqê lingê wî tê jêkirin û wek hemi zarokên gundê xwe ew jî ji lîska topa pê hezdike û ji hezkirê yarîzanê Ercentîn yê bi nav û deng Mêsî ye û herdemê Hemûdî cilê Mesî li ber xwe dike.