Print this page

Filmê Milwangey Istîl yê Kurdî li Fransa beşdarî festîvalek navdewletî dibe

RojavaNews : Kurte fîlmê Kurdî bi navê “Milwankey Istîl” yê derhêner “Zanyar Ezîzî” li festîvalek sînemayî li welatê Fransa hate nişankirin.

Derhênerê fîlim Zaniyar Ezîzî derbarê festivalê ragihand: “Wê ev kurte fîlim di beşê serkî yê 38emîn festîvala Grnobl ya navdeletî li welatê Fransa beşdar be, festîval wê ji 7 heta 12 Temûzê berdewam bike li bajarê Grnobl li wî welatî wê birêve biçe û got jî: “Filmê Milwangey Istîl wê li gel 25 fîlmên din ji welatên cîhanê were pêşkêşkirin.”

Derbarê çîroka fîlim Zaniyar got: “Çîroka fîlim behsa cînosayda gelê Kurd û Enfalan dike û ramana fîlim jî ji çîroka nivîskarê Kurd Mihemed Ferîq Hesen ku bi heman naviye hatiye der.”

Herwiha got jî: “ev fîlim berhemê sala 2014 ya kompaniya Ekîd Fîlim e”