Print this page

Aktorê ku dixwest rola Mela Mistefa Barzanî bilîze, mir

RojavaNews :Lîstikvanê navdarê sînemaya Holly Woodê, Omer Şerîf jiyana xwe ji dest da.

Aktorê navdar ê Holly Woodê Omer Şerîf roja 10ê vê mehê jiyana xwe ji dest da.

Omer Şerîf, ku bi eslê xwe Misrî bû, di gellek fîlmên erebî û amerîkî de lîstibû. Ew herî zêde bi rola xwe ya bi navê “Dr. Jîvago” dihat nasîn. 

Sala 2006ê hindek derhênerên kurd dixwestin fîlmê Mela Mistefa Barzanî çêbikin. Omer Şerîf ji bo rola Mela Mistefa hatibû helbijartin lê ew fîlm nehat çêkirin.