Print this page

Hz. Îsa, şeytan û DAIŞ

Rojava News: Derhênerê kurd Adil Akreyî  derbarê DAIŞ û şeytan de mijulê çêkirina fîlmekê ye.

 

 

Adîl Akreyî ji Rûdawê re got: “Em kişandina 12 kurtefîlman didomînin. Piraniya wan derbarê DAIŞ, asurî/suryaniyan de ne. Herwiha em di fîlman de weke sembolîk behsa DAIŞ, Hz. Îsa û şeytan dikin.”

 

Akreyî da zanîn, tevahiya lîstikvanan niştecihên navçeya Enkawa ya Hewlêrê ne û wiha domand:

 

“Ji bo min mijar kîjan ol be ne girîng e. Dibe îslamiyet be, xiristiyanî be, êzidî be, ji bo min cudahî nîne. A herî girîng sazkirina hunerê ye.”

 

Herwiha Akreyê got, beşek ji kurtefîlman bidawî bûne û şirketekê ji Misirê sponsoriya wan dike.