Rojava News: Hunermendekî Kurd, peykerê Alan Kurdî bi qûm û keviran li ber deryayêi welatê Gurcistanê çêkir.
Alan Kurdî roja 2ê Îlonê ligel dayika xwe û birayê li ser rêya Ewropayê di deryayê de xeniqîbûn. Termên wan li qeraxa deryaya Bodromê hat dîtin û awayê ku Alan tê de hat dîtin wijdanê her kesî hejand.
Hunermendê peykertaş, Serdar Qadir ji Rûdawê re ragihand: “Min dixwest peykerê Alan li Tirkiyê li wî cihê ku termê wî lê hat dîtin, çêbikim, lê rê nedan min. Heta niha jî ez bow ê yekê hewl didim.”
Serdar Qadir wiha got: “Min ev peyker bi bikaranîna kevir û qûma deryayê li bajarê Batom ê Gurcistanê çêkir. Ev der cihekî geştiyarî ye û gelek xelk serdana vir dikin. Min xwest Alan kurdî bînim bîra xelkê welatên cîhanê.”
23:56:06
