Rojava News: Şeva borî li kampa Dareşekranê ya penaberan li ser vexwendina Koçika Qamişlo ya çandeyî û bimêvandariya helbestvana kurd Hiyam Ebdulrehman li Hola Korew ya simînaran şevbiwêrkeke çandeyî li ser bîr û boçûnên ala Kurdistan hat lidarxistin .
Di şevê de simianrek ji aliyê rêveberiya koçikê ve li ser dîroka ala Kurdistan û qûnaxên dîrokî ku têde hatiye veguhestin, her weha li ser wate û pîroziya wê alê di nav gelê kurd de hate pêşkêşkirin .
Piştre helbestsvana mihvan gurzek helbestên hemereng xwendin , û got ez van helbestan diyarî parêzvanên xak û alê dikim , weke gereweke amakdariyê ji pêşmergeyên dilêr re .
Paşê derfet hate dan ji bo pêdeçûnê û amadeyan jî helwestên xwe derbirîn li ser mijara şevê .
Rifet Hacî