Print this page

Orfa.. Rêxistina Hoşîn şevbûhêrkeke muzîkî lidar xist

Rojava News: Rêxistina Hoşîn ya çand û ramanan şevbûhêrkeke muzîkî ji muzîkjen û dengbêj Star Sidqî li çayxaniya Nofera li Orfa li Kurdistana Tirkiyê lidar xist.

Şevbûhêrkek bi xulekeke bêdeng li ser cane pakrewanên Kurd û Kurdistanê destpê kir, piştre endama wê rêxistinê Dîlan Reşo gotinek pêşkeş kir û têde behsa çalakî û armancên rêxistna xwe kir.

Piştre dêngbêjê Kurd Star Sidqî gelek sitran gotin ku hemû kesên amade bibûn kêfxweş bûn.

Nalîn Hesen

10:46:26