Rojava News: Piştî çend rûpel û medyayên torên civakî nuçeyê mirina hunermend Ebdulqehar Zaxoyî belav kir, navborî bixwe ew çend wêne belav kir.
Qehar amaje bi wê yekê kir ku berîya çend rojan nexweş buye û li nexweşxaneya Zaxo çareserîya pêdvî bo wî hatîye kirin û niha rewşa wî ber bi başîyê ve diçe.
Duh jî serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi rêya peywendiyekî telofînî bi Qehar re amadekariya xwe ji bo çareseriya navborî anî ziman û got ku ew amade ye ku wî bişîne çi welatekî li cîhanê bo ku xwe çareser bike.
11:45:01