Print this page

Memûd Ezîz di nav kavlên kolanên Kobanî de klîbekê amade dike

Rojava News: Hunermendê Rojavayê Kurdistanê yê navdar Memûd Ezîz serdana bajarê Kobanî kir û niha mijûlî amadekirina klîbekê ye.

Hunermendê Rojavayê Kurdistanê Memûd Ezîz bi helkefta yekemîn salvegera kontrolkirina bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê serdana wî bajarî kir.

Memûd Ezîz bi rêya Rûdawê kontrolkirina Kobanî ligel pîroz kir û diyar kir ku ew niha mijûlî amadekirina klîbekê ye li ser Kobanî û bajarê Şingalê.

Memûd Ezîz di klîba xwe de, behsa rewşa şerê Kobanî û bajarê ku bi destê çekdarên DAIŞê de hatibû wêran kirin, dike.

Dîmenên klîba Memûd Ezîz di nav kavlên kolanên Kobanî de tê kişandin.

 11:53:34 AM