Rojava News: Alan Kurdî, ew zarokê ku sala bûrî ligel dayik û birayê xwe xwestibûn ku derbasî Ewropayê bibin, lê mixabin belema wan noq bûbû û di encama vê bûyera xemgîn de, Alan Kurdî, dê û birayî wî ligel gelek kesan jiyanên xwe ji dest dabûn.
Stranbêj Misi Hising straneke li ser vî zarokê kurd amade kir û bi çavên bavê wî Abdullah Kurdî şîrove kir. Starana bi navê ‘Oh Canada’ bi klîpeke anîmasyonî tê pêşkêşkirin û wêneyên, ku zarokên penaber xêz kirine jî têde têne nîşandan.
Hising li ser strana xwe got:’’ Dema ez li mala xwe, bi kêfxweşî ligel zaroka xwe rûniştî bûm, min ew wêneyên xemgîn dîtin û min ji xwe re got, dibû ku ew zaroka min ba. Wê kêlîkê, hestekî giran ê parastinê bo wî û hemû kesên weke wî, ez guvaştim’’.
Li ser navê strana xwe (Oh Canada ’’Keneda’’) Hising got:’’ Canada ew e, her cihekî ku kesên weke Kurdî parastina xwe lê dibînin. (Oh Canada) tenê çîrokekê vedibêje’’.
Li gorî jêderan, dahatên vê stranê dê ji bo çareserkirina pirsgirêkên penaberan werin bikaranîn.
10:23:48 AM