10:54:04
Rojava News: Hunermend û xebatkarê folklora kurdî Bavê Salih li Stenbolê bi merasîmekê hate bibîranîn.
Bavê Salih ango bi navê xwe yê ewil Evdilrehmanê Omer, piştî ku hemû jiyana xwe di ber folklor û kultura kurdî badilhewa kir, li Efrînê koça dawî kir.
Ji ber ku malbat û xizmên wî nikarî merasîma çilê wî li ser goristana wî bikin, Ji aliyê malbat û Destê Çirayê ve bi minasebat çilemîn roja mirina Bavê Salih bernameyek hate lidarxistin. Çilê hunermendê çanda kurdî Bavê Salih li sirgûniyê û keser û hêstiran hate kirin.
Hejmarek ji koçberên Rojavayî û malbata Bavê Salih diayên xwe bi dûrî ve kirin.
Bavê Salih kî ye?
Bavê Salih di sala 1953an de li Efrînê ji dayîk bû. Ji zarokatiya xwe de berê xwe dabû stran û helbestê. Di 84an de Koma Armanc avakiribû.
Salih, 25 caran ji aliyê rejîmê ve hatibû girtin û îşkenceyên giran lê hatibûn kirin. Herwiha di 64 saliya xwe de dîwaneke têr û tije li dû xwe hişt û koça dawî kir.
Salih herî zêde bi kilama Derwêşê Evdî dihate zanîn.