Print this page

Xuşka Yilmaz Gûney dixwaze gora birayê xwe bîne Urfayê

Rojava News: Xuşka Yilmaz Gûney, Gûzîde Pûtûn Sayili daxwaz ji parlementera AKP yê Urfayê kir ku ew dixwaze gora birayê xwe bine Siverek ê ya ser bi Urfayê.

Herwesa Sayili di hevdîtina di gel parlementera AKP ya Urfayê Zeynep Karahan Uslu hevdîtinek li dor anîna gora birayê xwe bo Sîverekê pêkanî û paşê ragîhand ku parlementera AKP dîyar kirîye ku eger ew bixwazin bi fermî serlêdanê bikin û daxwaza anîna Gûney bikin daku kar li ser anîna wî bê kirin.

Xuşka Yilmaz Gûney ew yek jî got ku ew jî dixwaza gora birayê xwe bînin lê biryara dawî dê hevjîna Gûney Fatoş Gûney û zarokên wî biryara li ser anîna gora wî bidin.

Tê zanîn Yilmaz Gûney di sala 1984 ê li Fransa jîyana xwe ji dest da û li wir  spartin axê.