Print this page

Hindîstan: Xelatekî cîhanî pêşkeşî Pêşmerge hat kirin

11:21:42

 

Rojava News: Fîlma sînemayî ya ‘’Memleketê Mêrûyan’’ a bi derhînana hûnermend Ednan Osman, li festivala Kelkîtê ya Hindîstanê beşdarî kir.

Derhênerê fîlma sînemayî ‘’Memleketê Mêrûyan’’ Ednan Osman ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bi dawî hatina festivala 22 mîn a Kelketeya Hindîstanê xelat ji beşên Asya, dokomenterî, kurte film, beşê jinan û fîlmê sînemayî yê ‘’Memleketê Mêrûyan’’ xelatê rêzlê girtinê bidest xist.’’

Herwaha got: ‘’Ew xelat wek wefadariyekî beramber berxwedan û berevaniya qehremanî li axa pîroz a Kurdistanê, me xelatê xwe pêşkeşî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir.’’

Festivala navnetewî ya sînemaya Kelkîtê salane bi beşdariya gelek berhemên sînemayê ve li Hindîstanê birêve diçe, îsal jî 11 meha mijdarê 2016ê destpêkir û yek heftiyê berdewam kir.