21:26:41
Rojava News: Derhêner û Hunermendê Kurd yê navdar Mahsun Kirmizigul piştî demeke dirêj bi filmê xwe yê ku bi navê "Tiliya Wezîrî" derdikeve pêşberî bînerên sînemayê. Filmê ku Kirmizigul hem wekî derhêner hem jî wekî lîstikvan û senarîst tê de cî girtî li Stenbolê bi beşdariya galayeke hat nîşandan.
Galaya filmê Mehsun Kirmizigul ku hem wekî derhêner hem jî senarîst û lîstikvan tê de cîdigire li Stenbolê hat lidarxistin. Di gel lîstikvanên filmî gelek navdarên Tikriyê jî beşdarî vê galayê bûn.
Derhênerê Kurd Mehsûn Kirmizigûlê ku di gel lîstikvanên filmî beşdarî di galayê de kirî gelekî bi kelecan bû. Kirmizigul di gelayê de got: "Ez gelekî bi kelecan im. Filmê Tliya Wezîrî filmeke komediyê ye. Filmeke bi kêf û gelekî jidil e. Hêvîdar im ku were ecibandin."
Derhênerê Kurd yê Diyarbekirî Mehsun Kirmizigul bi salên dûvedirêj wekî mûzîkjen li Tirkiyê hatibû nasîn. Kirmizigul piştî demekê dest bi derhêneriyê kiribû û 4 filmên dramayê çêkiribû. Filmê bi navê Wezîr Parmagi anku "Tiliya Wezîrî" jî yekemîn filmê komedî yê Mehsum Kirmizigul e.
Di filmî de çîrokên komîk yên 5 barkêşên di serdema împaratoriya Osmanî de hatine ba hev tê vegotin ku her pênç barkêş jî di nav çandeke cûda de mezin bûne.