Print this page

Li Qamişlo pirojeyeke Keltur û zimanê Kurdî!

 

00:25:04

Rojava News: Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê kurdistanê, projeyek bi navê Hinar ya kultûrê hatiye avakirin.

Karê wê navendî wergerandin roman û berhemên edebî yên cîhanê ji bo zimanê kurdî û çapkirina wan e.

Berpirsên projeyê dibêjin, projeya wan derfeteke baş e ji bo parastina kultur û zmanê kurdî.

Herwiha, projeya wan dibe jêderek ji bo nvîskar û lêkolînerên Kurd.

Rêvebirê Pirtûkxaneya Binar Ebdo Şêxo di roportaja li gel Televizyona Rudawê  dibêje: “Projeya kultûrî ya Hinar ji berî 3ê mehan ve hatiye damezrandin û armanca wê belavkirina kultûr û zimanê Kurdî ye. Ev yekemîn proje ye ku tenê bi zimanê Kurdî belav dike. Projeya kultûrî ya Hinar, heya niha 2 pirtûk belav kiriye. Romana Nêj, bi wateya berf ku Ibrahîm Xelîl ji zimanê Frensî bo Kurdî wergerandiye, pirtûka duyem jî rêze çîrok e ku ji aliyê Ibrahîm Seydo Aydogan ve bi Kurdî hatiye nivîsandin. Niha, em kar ji bo belavkirina 6 pirtûkên din dikin ku ya herî girîng pirtûka Ebdulrehman Kewakibî ye."

Armanca projeyê parastina kultûr û zimanê kurdî ji gefa jinavçûnê û zindîkirina folklora kurdî ye.

Endamê pirtûkxaneyê Malva Elî jî got: “Yek ji armancên projeya Hinar, zindîkirina kultûr û folklora kurdî ye. bi riya vejandina zimanê kurdî ku bi berdewamî rastî kêmbûna gotinan, zaravan û pirtûkên kurdî tê. Tu dizanî ku çavkaniyên me yên kurdî nebûn ku nivîskar û lêkoler pişta xwe pê girê din."

Projeya Hinar a kultûrî bi destpêşxeriya takekesî û herwiha xwebexş û nivîskarên kurd hatiye encamdan.

Samezrênerên projeyê pêşbînî dikin ku proje armancên xwe ji parastina ziman û kultûrî kurdî desteber bikin.

 

Xwepêşandanên li dijî Trump berdewam in!

Rojava News: Li Amerîkayê xwepêşandanên li dijî pêkanînên Donalt Trump her berdewam in.

Bi hezaran kes ji bo qerarên Donalt Trump yê derheqê ketina biyaniyên 7 welatên îslamî yên nav sînorên Amerîkayê protesto bikin xwepêşandanek pêk anî.

Bi hezaran kes li Newyorkê hatin ba hev û pêkanînên Trumpî protesto kir.