02:14:33
Rojava News: Rûsyayê projebiryara di Netewên Yekbûyî (NY) de bo ceza kirina rejîma Sûriyê hate pêşkeş kirin veto kir.
Amerîka, Fransa û Brîtanyayê ji ber rejîma Sûriyê çekên kîmyayî û komkujiyê di şerê navxweyî de bikaranîneprojebiryarek bo pejirandina ceza li ser rejîma Sûriyê amade kirin.
Balyozê Rûsya yê NYê Vlademir Safronkov ragehand, ku ew vê projebiryarê red dikin û welatê wan rê nade cezayê navnetewî ji rejîma Sûriyê re bê dayîn.
Her pênç welatên NYê yên daîmî Amerîka, Fransa, Brîtanya, Çîn û Rûsya mafê wan ê redkirina projebiryaran di NYê de heye û mafê wan ê vetoyê heye.