02:21:36
Rojava News: Şêwirmendê nû yê Ewlekariya Nîştîmanî ya Amerîkayê General Herbert Raymond McMaster di mijara teror û îslamê de mîna piraniya rêveberên nû yên Amerîkayê nafikire û li dijî bikaranîna têgîna “terorîzma îslamî ya tundrew” e.
General Herbert Raymond McMaster ku ji aliyê Donald Trump ve weke Şêwirmendê Ewlekariya Nîştîmanî hate diyarkirin, di yekemîn civîna xwe ya ligel karmendên Koşka Spî de ragihand, ew ne ligel wê yekê ye ku têgîna “terorîzma îslamî ya tundrew” bê bikaranîn.
Bi nêrîna McMaster ev têgihiştin dibe sedema acizbûna mislimanan û di şerê li dijî terorê de jî ti sûdekê nade Amerîkayê.
Li gorî nûçeyekê rojnameya New York Times, ev nêzîkbûn dibe yekemîn berkeftina şêwirmendên Trump ku yên din bi cîdî dixwazin vê têgehê bikar bînin.
Hizra şêwirmendê nû jî mîna hizra rêveberiya Obama ye, ku digotin nabe şerê terorê weke şerê li dijî olan bê nîşandan.
Piştî dest ji karkişandina Michael Flynn, roja 20ê Sibatê Donalt Trump, General Herbert Raymond McMaster weke şêwirmendê nû yê Ewlekariya Nîştîmanî hilbijart.
General Herbert Raymond McMaster ji sala 1984ê ve di nav Artêşa Amerîkayê de ye û di şerê Iraq, Efganîstan û Kendavê de erk wergirtiye.