Rojava News: Plana stratejîya nû ya têkoşîna dijî DAIŞê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di nav 30 rojan de ji Pentagonê xwestibû, tê pêşkeşkirin. Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê James Mattis ragihand ku plana ‘têkbirina bilez a DAIŞê’ ji Koşka Spî re tê pêşkeşkirin.
Berdevkê Pentagonê Jeff Davis da xuyakirin ku Wezîrê Berevaniyê James Mattis gotiye, plana têkbirina DAIŞê ku hatiye amadekirin ji Koşka Spî re tê pêşkeşkirin.
Davis her çiqas naveroka planê wekî nepenî nirxand jî di planê de şandina hêzên zêdetir yên Amerîkayê bo Sûriyê cî digire.
Davis got ku ‘Plan ne tenê leşkerî ye' û planeke gerdunê ya ne tenê Sûriye û Iraqê re sînorkirî ye.
Tê gotin ku di plana hatiye amadekirin de, têkoşîna bi hêmanên ne leşkerî re hatiye zêdekirin.