00:16:29
Rojava news: Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres ji bo gengeşiya dawî li Çiyayê Qerebaxê ragihand ku bila alî vegerin muzakereyan û xwe ji çalakiyan dûr bigirin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres ji bo êrişa Ermenistan a ser çeperên Azerbeycanê ragihand ku bila herdu ali xwe ji çalakiyên ku zirarê bide agirbestê dûr bigirin.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniya xwe de ragihand ku em ji şer û pevçûnên xeta sînor a Azerbeycan û Ermenistanê bi endîşe ne. Sekreter Guterres piştgiriya Grûba Minskê û Rêxistina Hevkarî û Ewlehî ya Ewropayê (AGİT) ku ji bo gengeşiyê kêm bikin û pêşiya şer û pevçûnan bigirin dike.
Li gorî daxuyaniyê Guterres bangî herdu aliyan kir ku xwe ji zirardayîna agirbestê dûr bigirin û ji bo çareseriya pirsgirêka Çiyayê Qerebaxe divê alîgir kelîk berî kelîkê dest bi muxakereyan bikin.
Artêşa Ermenistanê di 24ê Sibatê de êrişî çeperên Azerbeycanê kiribû û di çepere Hocavend-Fuzuli de di navbera herdu artêşan de şer û pevçûn derketibû.