00:28:55
Rojava News: Piştî girtina nûçegihanê Die Weltê Deniz Yucel daxuyaniyek jî ji Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel hat.
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ji bo girtina nûçegihanê Die Weltê Deniz Yucel daxuyaniyek belav kir.
Angela Merkel di daxuyaniya xwe de got: "Nûçeya girtina Deniz Yucel cihê êş û xeyalşikestinê ye. Yucel ji bo îfade dayînê bi dildarî çûbû, ev biryara girtinê ku hat dayîn tund û bêrêje ye."
Merkel di berdewamiya axaftina xwe de got: "Hikûmeta Almanyayê ji edaleta Tirkiyeyê daxwaz dike ku di muameleya Yucel de li gorî prensîbên azadiya çapemenî tevbigere. Ji bo ku Deniz Yucel li gorî prensîba dewleta hiqûqî rastî muameleya adil were tiştê ji destê me were em e bikin. Em hêvî dikin ku Yucel hetanî demek nêzîk bigihîje azadiya xwe."