Print this page

Trump di kongreyê de got: Em ê DAIŞê ji ser rûye erdê paqij bikin

10:37:22

 

Rojava News: Serokê Amerîkayê Donald Trump yekemîn car di kongreyê de axivî û ragihand ku li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê em ê bi dostên xwe yên alema Îslamê re van li ser rûyê erdê paqij bikin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di axaftina xwe ya kongreyê de got: Em ê bi dost û hevalbendên xwe yên alema Îslamî re li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê tekoşînê bimeşînin. Ji bo ku em vî dijminê elçax li ser rûyê erdê paqij bikin em ê bi hemû mutefik û hevalbendên xwe re bixebitin.

Trump di axaftina xwe ya senato û meclîsa nûneran a pêşî zêdetir li ser gavavêtina ekonomiya welat rawestiya û dîsa li dijî koçberiya derqanûnî derket.

Serokê Amerîkayê di berdewamiya axaftina xwe de got: "Wekî ku me soz dabû, ji bo ku em rêxistina terorîst a DAIŞê ku tu ferqê naxe nava jin û zarok, ciwan û extiyar, misilman û xrîstiyanan ji holê rakin min dîrektîf da Wezareta Parastinê. Ji bo vê ez bûdçeya herî zêde ji we daxwaz dikim û vê dişînim kongreyê."

Serokê Amerîkayê di dirêjiya axaftina xwe de behsa avakirina dîwarê Meksîkayê jî kir û got: "Heta demeke nêzîk wê avakirina dîwarê sînor ê Meksîkayê were destpêkirin û dema qediya li hmeberî qaçaxiya madeyên hişbir û gelek sûcan wê bibe çekeke pir bi bandor."