Print this page

Neteweyên Yekbûyî: Hezar û 500 şervanên zarok li Yemenê têne bikaranîn!

10:46:35

 

Rojava News: Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniya xwe de ragihand ku di nava şerê navxweyî yê Yemenê de ev 2 sal in zarok weke şervan têne bikaranîn.

Li gorî daxuyaniya Berdevka Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) Ravîna Shamdasanî di navbera 26ê Adara 2015 û 31ê Rebendana 2017an de 1 hezar û 476 zarok li Yemenê weke şervan hatine bikaranîn.

Ravîna Shamdasanî diyar kir ku ev hejmar tenê ya hatiye tespîtkirin e, gelek malbat ji ber zext û zordariyê di vî warî de agahiyan nadin. Piraniya van zarokan ji aliyê mîlîsên Hûsî û komên alîgirê Serokdewletê berê Alî Abdullah Saleh ve weke çekdar tên bikaranîn. Hêzên din ên li nava şerê navxweyî jî zarokan weke şervan bi kar tînin.

Herwiha li gorî raporteke ji aliyê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty Înternatîonal) ve hat weşandin, ji malbatên ku zarokên wan di şer de tên bikaranîn, mehane 80 heta 120 dolar pere tê dayîn.