Print this page

Trump qedexeya ser vîzeya iraqiyan radike

11:06:24

 

Rojava News: Tê gotin, ku dê Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara derbarê vîzeya welatan de biguhere û navê Iraqê ji lîsteya qedexekirinê derbixe.

Berpirsên bilind ên rêveberiya nû ya Amerîkayê ji medyaya welatê xwe re ragihandine, ku Serokê Amerîkayê Dolad Trump iryar daye helwesta xwe ya derbarê koçber û penaberên hinek welatan de biguhere û herwiha navê Iraqê ji lîsteya qedexekirina vîzeyan derbixe.   

Berpirsên amerîkî eşkere dikin, ku Trump li ser guvaşa Wezareta Derve û Wezareta Berevaniyê biryar daye navê Iraqê ji lîsteyê derbixe.

 Lê hêjayê gotinê ye, ku van berpirsan nexwestine beriya îmzekirina vê biryarê ji aliyê Trump ve, navê xwe eşkere bikin.

Biryar e îro Çarşemê 01-03-2017, Donald Trump biryara nû îmze bike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di 23ê Çileyê de bi tevê Iraqê, vîzeya 7 welatan (Îran, Sûriye, Lîbya, Somal, Sûdan û Yemenê) dabû sekinandin.

Lê Dadgeha Bilind a Amerîkayê ev biryar red kiribû.