21:45:42
Rojava News: Hate ragihandin ku tûra 3mîn yê hevdîtinên aştiyê ya Sûriyeyê ku li Astanayê paytexta Kazakîstanê tê lidarxistin dê di 14-15ê Adarê de were lidarxistin.
Çavkaniyek nêzî civînan ji Sputnikê re axivî û agahiyên zelal derbarê hevdîtinan de k udi kî jan formatê de pêk were neda. Lê alternatîfên civîn di asta îstîşareya pisporan an jî muzakereyên berfireh de pêk were hene.
Tûra duyamîn ya hevdîtinên li Astanayê di 15-16ê Sibatê de hatibû lidarxistin. Di encama hevdîtinan de Rûsya, Tirkiyeyê û Îranê biryara ava kirina mekanizmaya kontrola agirbestê ji bo şopandina agirbesta li Sûriyeyê da bûn.