Print this page

Fermandarê amerîkî Townsend: Divê Tirkiye xebatên bo operasyona Reqqayê asteng neke!

Rojava News: Fermandarê Hêza Bibiryar a Hevpar yê Operasyonên li dijî DAIŞê General Stephen Townsend derbarê çalakiyên Artêşa Tirkiyeyê (TSK) ya li Sûriyeyê û Operasyona Reqqayê de axivî û ragihand ku divê Tirkiye ji bo ne astengkirin xebatên koalîsyonê bo operasyona Reqqayê bi baldar be.

Towsend di civîna bi rêya telekonferansê ya ji Bexdayê ku li Wezareta Parastin a Amerîkayê hat lidarxistin de axivî. Fermandarê amerîkî derbarê têkoşîna li dijî DAIŞê û rizgar kirina El Babê de axivî û destnîşan kir ku TSK û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) li ser têkoşîna li dijî DAIŞê bisekinin û pêşnîyara ‘Tirkiye ji bo ne astengkirin xebatên koalîsyonê bo operasyona Reqqayê bi baldar be' kir.

Townsend eşkere kir ku El Bab ji bo ragihandina bajarên mezin ên bakurê Sûriyeyê cihekî gelek girîng digire û got: ‘Piştî rizgar kirina Dabikê DAIŞê El Babê wek navenda fermangehê û lojîstîkê bikar dianî. Birîna alîkariya DAIŞê û têkçûna serokên wan dê endamên rêxistinê ya li Reqqayê îzole bike.

Fermandarê amerîkî li ser pirsa hûn bi hêvî ne ku hêzên tirk beşdarî operasyona Reqqayê bibe an jî pişt guh bikin? Wiha bersivand: ‘Xebatên bo îzole kirina Reqqayê ya Hêzên Sûriye ya Demokratîk (HSD) dewam dikin, em dê hemûn bijardeyan ji ber çevan re derbas bikin.

Townsend, "Dê kî jan hêz beşdarî operasyona Reqqayê bibe em ji ber çevan re derbas bikin û binirxînin. Niha tu tişt ji ser maseyê nehatiye rakirin. Hêj dema me ji bo plan kirine heye, em vê yekê bi hemû hevalbendên xwe re dikin."

Townsend, li ser pirsa hûn hêvî dikin hêzên tirk beşdarî operasyona Reqqayê dibin an ne û hêzên kurd dê beşdar bibin an ne, "Nîqaşên me yên li ser beşdarbûna hêzên tirk an jî nebin dewam dikin, hejmara û alîkariya wan dê çiqas be ez nizanim."

Fermandarê amerîkî li ser beşdarbûna hêzên kurdan de jî got: ‘Erê ez bi hêvî me ku hêzên kurd beşdarî operasyona reqqayê bibin. Rast ew e ku kurdên Reqqayê hene, kurdên herêmî û kurdên din hene. Ev hemû hewl didin ku Sûriyeyê ji rêxistina DAIŞê rizgar bikin. Erê ez bi hêvî me ku kurd beşdarî operasyonê bibin.