Rojava News: Serokwezîrê Somaliyê Hesen Elî Xeyrî di wê civîna ku bi Komîteya Ziwayî ya Netewî re li dar xist de aşkere kir ku li herêma Bayê ji ber birçîna di 2 rojên derbasbûyî de 110 kes mirin.
Serokomar Muhammed Abdullah Fermacu roja sêşemê ji bo têkoşîna bi krîza mirovî ya ku ziwayî bûye sebep û li hemû welat bibandor bûye 'karesata netewî' ragihandibû. Fermacu ji bo pêşîlêgirtina trajediya mirovî û alîkariya bi malbatan re alîkariya civaka navdewletî xwestibû.
Neteweyê Yekgirtû di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku ji ber ziwayiya rijd ya li welêt 6.2 milyon mirov bi birçîna re rûbirû ne û ji bo çareseriya krîzê banga lezgîn li civaka navdewletî kiribû. Di daxuyaniyê de herwiha hatibû gotin ku ziwayiya rijd zeviyên herêmê aniye ber bi tunebûnê û bûye sedema mirina ajalan.