11:46:53
Rojava News: Îro serê sibê ji aliyê Koreya bakûr ve 4 moşekên balîstîk hatin ceribandin.
Sererkaniya Giştî ya Koreya Başûr di daxuyaniya xwe de ragihand ku îro berê sibehê demjimêr 07.36an li herêma Dongchang-ri ya Koreya Bakur 4 moşekên balîstîk ber bi Deryaya Japonyayê ve hatin pekandin. Moşekên balîstîk nêzîkî hezar kîlometroyî çûn û niha em cureyên wan dinirxînin.
Li gorî ajansa nûçe ya Kyodoya Japonyayê ji 4 moşekên balîstîk 3 jê li herêmên aborî yên taybet ketine.
Serokwezîrê Japonyayê Şinzo Abe di axaftina xwe de got: Koreya Bakur metirsiyeke nû çêdike. Ev ceribandina moşekên balîstîk binpê kirina Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ye û pir bi xeter e."
Ji aliyê din ve Cîgirê Serokê Koreya Başur Hwang Kyo-ahn lijneya ewlehî ya neteweyî komkir û di axaftina xwe de got: "Ji bo bicihkirina pergala parastina moşekên THAADê em destê xwe zû bigrin û pêvajoyê bilez biqedînin." Pergala THAAD a Amerîkayê ji ber pêlgirên bihêz rastî rexneyên tund ên rêvebiriya Pekînê tê.