11:52:16
Rojava News: Serokê Partiya Azadiyan ê hollandayî Geert Wilders ku wekî rastgirekî tund tê zanîn ragihand ku bila beriya referandumê hatina wezîrên tirk were qedexekirin.
Geert Wilders li Amsterdamê di axaftina xwe ya medyaya navneteweyî de got: "Heke ez Serokwezîrê Hollandayê bûma hetanî referanduma Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê min ê hatina wezîrên tirk bo Hollandayê qedexe bikira."
Ji aliyê din ve Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte jî di daxuyaniya xwe de gotibû: "Hollanda ne cihê kampanyeya hilbijartin a weletakî din e. Em naxwazin hevkariyê bikin." Û çalakiya Wezîrê Derve ye Tirkiyeyê ku Mevlut Çavuşoglu tevlî bibe rexne kir.
Mevlut Çavuşoglu di 11ê Adarê de wê li bajarê Rotterdamê tevlî çalakiyekê bibe. Wilders li ser daxuyaniya Seerokwezîrê Hollandayê bersiva rojnamevanan da û got: "Berteka Rutte pir qels bû. Divê Hollanda çalakiya Çavuşoglu qedexe bike, heke neke ev ji qelsiya wê ye."