Print this page

Hevdîtinên Cenevê yên 5emîn di 23ê Adarê de destpê dikin

13:14:03

 

Rojava News: Nûnerê Taybêt ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan De Mistura di axaftina xwe de ragihand ku hevdîtinên Cenevê yên 5emîn di 23ê Adarê de destpê dikin.

Hevdîtinên tura 4emîn ên ji bo aştiya Sûriyeyê li Cenevê hefteya borî bi dawî bibûn û Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Staffan De Mistura di axaftina xwe ya girtina tura 4emîn de gotibû ‘ez ê agahiyê bidim Sekreterê Giştî NY Antonio Guterres û Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY). Hevdîtinên 5emîn dê di nava vê mehê de destpê bikin'.

De Mistura piştî axaftina xwe ya KENYê civîneke çapemenî li dar xist û ji rojnamevanan re got: "Tura 4emîn a Cenevê 9 rojan domand û em ne li benda mucizeyan in, lê tu kes ji masê ranebû û me serkeftineke ku kesî texmîn nedikir bi dest xist. Alîgir yekemîn car li odeyekê hatin cem hev û di mijara çareseriyê de gelekî cidî bûn. Hevdîtinên tura 5emîn ên aştiya Sûriyeyê li Cenevê wê di 23ê Adarê de destpê bike û em ê hetanî demeke din jî muzakereyan nerasterast bidomînin."