13:59:29
Rojava News: Parlamenterên îngîlîz bûyerên piştî hewldana derbeya leşkerî û bûyerên ku li Tirkiyeyê qewimîn nîqaş kirin. Parlamenteran bangî hikûmeta Theresa May kir ku helwesta xwe li dijî enqereyê bijdîne.
Parlamenterê libyayî: "Li pişta êrişên baregeha petrolê Îtalya û Îngîltere hene"
Parlamentoya Îngîltere duhî bi mijara referanduma 16ê Nîsanê û rewşa Tirkiye ya dawî rûniştinek li dar xist. 20 parlamenterên ku tevlî rûniştinê bibûn bangî Serokwezîr Theresa May kir ku ji bo îhlala mafên mirov helwesta xwe li hemberî Enqereyê tund bike.
Li gorî nûçeya BBC Tirkî, parlamenteran biryar stand ku rewşa Tirkiyeyê ya dawî têxin mijara Lijneya Giştî ya Parlamentoya Îngîltereyê.
Runiştina parlamentoyê bi hewldana Parlamenterê Partiya Karker Joan Ryan civiya. Di rûniştinê de herî zêde parlamenteran rexneyên girtina dezgehên medyayî, ji kar dûrxistina karker û akademîsyenan û derbirina azadî kirin.
Joan Ryan di axaftina xwe ya rûniştina parlamentoyê de Serokwezîr Thersa May ji bo peymana çekan rexne kir û got: "Peymanên bazirganî tucarî şûna mafên însanî nagire. Hikûmet di tekiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re mijara mafên însanî naxe rojeva xwe."