12:33:31
Rojava News: Berdevkê Qesra Spî Sean Spicer bi zelalî bersiva neda wê pirsyara di çarçoveya operasyona Reqqayê de ya bê piştî Reqqa bikeve, kî dê li wê dere bi cih bibe û teqez kir ku armanca 400 leşkerên din ên DYAyê hatine şandin bo Sûriyeyê, lezandina operasyonê ye.
Spicer di civîna çapemeniyê ya Qesra Spî ya rojane de axivî û bersiva pirsyarên derbarê planên DYAyê de dan.
Spicer derbarê 400 leşkerên din ên hatine şandin bo Sûriyeyê de destnîşan kir ku ew hêz di çarçoveya alîkariya hevbendên DYAyê yên li Sûriyeyê de hatine şandin daku têkoşîna li dijî DAIŞê bilezînin.
Berdevkê Qesra Spî diyar kir ku Serokê DYAyê Donald Trump, Wezîrê Parastinê James Mattis û Serekanê DYAyê Joseph Dunford û kesên din pêvajoyê ji nêzîk ve dişopînin. Spicerî got ku dê hejmara leşkeran bi temamî û cihê lê hatine bicihkirin ji ber 'sedemên ewlekariyê' eşkere neke.
Li ser pirsyara "li wê derê em beşek ji tabloyeke aloz in, ji ber me hevbendî bi kurdan re daniye û endama NATOyê Tirkiye, hêzên kurd wek neyar dibîne. Kêşeya herî mezin a Iraqê ew bû ku me yek roj bi dû wê de plan nekiribû. Piştî Reqqa bikeve, plana me çi ye? Kî dê li wir bi cih bibe?" Spicer wiha got:
Yek ji tiştên min ji we re behsa wan kiribû, derbarê rojeva serokî di 50 rojên pêşî ji peywira wî de bûn. Biryarnameyek derxist û Wezîrê Parastinê û tîma ewlekariya neteweyî xwest ku planeke berifreh ji bo jinavbirina DAIŞê pêşkêş bikin. Ev jî beşek ji planê ye. Wek hûn dibînin, ne tenê bê em ê li Sûriyeyê çi bikin lê em di nêzîkatiyeke wiha de ne bê çawa DAIŞ dê ji binî ve were jinavbirin. Planeke berfireh heye û ev jî beşek ji wê planê ye. Ji bo (kî dê li Reqqayê bi cih bibe) eger plana amadekirÎ were sepandin, ez ê agahiyên zêdetir bidim we."