Rojava News: Piştî ku Duşemê 02.02.2015`an, Îranê “Heyva Destkird” şand valahiya ezmanan, Wezareta Derve ya Amerîka ew kar bi gefeke metisîdar bo ser navçeyê da zanîn.
Wezareta Bergirî ya Îranê aşkere kir ku, duh Duşem 2-2-2015`an “Heyva Destkird” ji berhema xwe bi navê Fecir şandiye valahiya ezmanan û bi serkeftî şandina wê hat encamdan.
Di vê derbarê de, Amerîka bi fermî dilgiraniya xwe ji wê hewlên leşkerî yên Îranê derbirî ye û hevdem bi hewleke metirsîdar bo ser asayîşa Rojhilata Navîn daye zanîn.
Berdevka Wezareta Derveya Amerîka Jane Sacchi di konfransekî rojnamevanî de got: “Em agahdarê wan pêngavane û berê jî me gotibû ku, bernameya rokêtên Îranê hewleke mitirsîdar e bo ser navçeyê û me bi hûrî xisitiye bin çavdêriyê.”
Jane Sacchi got jî: “Ne tenê Amerîka, belkî civaka navdewletî jî livîn û hewilên Îranê di warê teknîka rokêtan de, nîgeranekî demdirêj heye.”
Ev hewla leşkerî ya Îranê di demekê de ye ku, pirsa etomî ya Îranê ligel grûpa 5+1 ku di hefteya borî de li bajarê Stanbulê bê encam bidawî hat û Îran, Amerîka bi sedem û kelem li pêş tevgera danûstandinên etomî tuhmetbar kir.