Rojava News: Li Taywanê balafireke rêwiyan ket û herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji destdan.
Balafira rêwiyan a girêdayî şîrketa TransAsîa piştî ku ji firokexaneya paytexta Taywanê Taipeî rabû, bi pirekê de çû û ket çemê Keelungê. Di balafirê de 58 kes hebûn û herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji destdane.
Xebatên ji bo derxistina rêwiyên di balafirê de berdewam dike û heta niha 16 kes bi saxî hatine rizgarkirin.
Firokeya bi tîpa ART-72 ji balafirxaneya Songshan ya Taipeyê wê çûban balafirxaneya Kinmen ya Taipe yê. Rayedarekî hikûmeta Tawyanê ji ajansa Taywanê CNA’yê re ragihand ku piştî balafir rabû li pirekê qelibiye û ketiye çemê ku Keelungê.
Meha tîrmehê jî balafirek ji ber bahoza zêde ketibû û 48 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.