Print this page

Li Çad ê 200 endamên Boko Haram hatin kuştin

Rojava News: Di encama operasyona artêşa Çadê li dijî rêxistina Îslamî Boko Haramê ji Kamerûnê ve daye destpêkirin, 9 leşkerên Çadî û 200 endamên rêxistina Boko Haramê hatin kuştin.

 

Li gorî daxuyaniya Serfermandariya Çadê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku di encama operasyona li dijî Boko Haram de, 9 leşkerên wan û 200 çeteyên Boko Haramê hatine kuştin.

 

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku operasyonên wan ên paqijkirinê berdewam dikin û ji ber wê jî dibe bîlançoya şer mezintir bibe.