Rojava News: Ban Kî Mon sekreterê giştî yê netewên yekgirtî pesnê pêşketinên pêşmerge dike li mîhwerê Mûsilê.
Ban Kî Mon di daxuyanîyekê da ragehand, hêzên pêşmerge çend deverên stratejî dinavbera Mûsil û sînorê Sûrîyê da, herwesa kêlgeheka petrolê ku dahatekî mezin bo Daişê jê dihat kontrol bikin.
Sekreterê netewên yekgirtî daxwaz ji civaka nêvdewletî kir alîkarîyên mirovî û serbazî pêşkêşî Îraqê û deverên nû hatine rizgar kirin bikin, herwesa daxwaza destpêkirina prosa aşîtîya nîştîmanî li wan deveran kir.
Ban Kî Mon dîyar kir pêşmerge li sala bihûrî dest bi êrîşeka berfireh li Şingalê kir û çend rêk bo xelkê sivîl ve kirin bo derketin ji deverên şerî.
Ban Kî Mon pêşketinên pêşmerge bi giring dayezanîn û got ew dever stratejîne ji ber ku dikevin dinavbera Sûrîyê û Îraqê da.
Di êrîşên dawî ya sala bihûrî da yên pêşmerge Zumar û çîyayê Şingalê û Rebîe û bendava Mûsil û kêlgeha eyn Zaleya petrolê hatine rizgar kirin, herwesa li meha bihûrî jî pêşmerge Askê Mûsil û Wankê û çend gundên din li derdora Mûsil rizgar kirin û bi tenê 15 kîlometran niha li durî senterê bajarê Mûslin.