Rojava News: Rêxistina terorîstî ya Boko Haram vê carê li Kameronê komkûjiyek din pêk anî. Li gel talankirin û şewitandina malan, mizgeftek jî hat şewitandin.
Di komkûjiya Boko Haram a li Kameronê de herîkêm 100 kes hatin qetilkirin. Boko Haram bêyî cûdahiyê bêxe di navbera jin, zarok û welatiyên sivîl de komkûjiyan pêk tîne. Vê carê jî li navçeya Fotokol ya Kameronê komkûjî pêkanî.
Piştî ku Boko Haram navçeya Fotokol dagir kir, herî kêm 100 kesên sivîl kuşt. Artêşa Kameron û Çadê ji bo rizgarkirina wê navçêyê, dest bi operasyonekî berfireh kirin.
Heta niha bi hezaran kes ji aliyê rêxistina Boko Haram ve hatine kuştin.