12:35:41
Rojava News: Amerîka fîloya xwe ya erişî şande deryaya Koreyê û bi vê tevgerê dîsa li herêmê tansiyon zêde bû. Koreyê bersiva Amerîka da û ragihand ku ew ji her curê şerî re amade ne.
Piştî ku grûba wezîfeya Keştiya balafir a Carl Vinson a Amerîkayê li deryaya Koreyê bi cih bû, daxuyaniya pêşî ji Koreya Bakur hat.
Wezareta Derve ya Koreya Bakur di daxuyaniya xwe de got: "Şandina grûba Carl vinson bo herêmê, armanca Amerîka ya dagirkirina Koreya Bakur nîşan dide, ev gavên dawî ku têne avêtin gihîştiye noqteye cidî."
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin: "Ji ber çalakiyên Amerîkayê yên bêpîvan ji hemû encaman em ê Amerîkayê berpirsyar bigrin. Komara Gel a Demokratîk a Koreyê amadeye hemû bersivên ku Amerîka daxwaz şerî dike bide. Em ê li hemberî provekatoran bi hêzdarî ji bo parastina xwe gavên girîng biavênin."