Rojava News: NATO dixwaze hêza xwe ya leşkerî ya ku niha ji 13000 leşkerî pêk tê berfirehtir bike û bike 30.000 leşker. Ji bilî wê NATO plan dike ku hêzeke taybet ya ji 5000 leşkeran ji bo operasyonên herî lezgîn ava bike.
Ev planên NATOyê ji aliyê Sekreterê NATOyê Jens Stoltenberg li Brukselê hatin eşkerekirin.
Di civîna doh ya wezîrên derve yên welatên endamên NATOyê li Brukselê tê lidarxistin û li gor Jens Stoltenberg, ew çaverêyî wê yeke ye ku wezîrên derve li ser berfirehkirina hêza leşkerî ya NATOyê biryarekê bidin.
Weke sedemeke avakirina vê hêza nû, aloziya li Ukraynayê tê nîşandan. Bi balkişandina ser destwerdana Rûsyayê li Ukraynayê û berfirehbûna metirsiya tundrewî û terorîzma îslamî, Jens Stoltenberg got, “Em rê û hêza xwe li gor çarçoveya ewlekariyê sererast dikin.”
NATO herwiha plan dike ku 6 bingehên nû li 6 welatên rojhilatê Ewropayê yên endamên NATOyê (Polanda, Romanya, Bulgaristan, Lîtvanya, Letonya û Estonya) ava bike.
Li gor ku tê behskirin, ev bingehên nû yên li van welatan wê bibin bingehên sereke yên vê hêza taybet ya bilez.