Print this page

Merkel piştî referandumê bangî Tirkiyeyê kir

13:08:13

 

Rojava News: Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel piştî dengdayîna referandumê banga ‘diyaloga birêz' bo Tirkiyeyê kir.

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel bi Wezîrê Derve Sigmar Gabriel re civîneke çapamenî li dar xist. Merkel di axaftina xwe de got: "Piştî kampanya referandum a dijwar hikûmeta Almanyayê daxwaz ji siyasetmedar, partiyên siyasî û hikûmeta Tirkiyeyê dike ku diyalog û bangên erênî û birêzî werin dayîn dike."

Merkel di berdewamiya axaftina xwe de got: Li gorî amareyên dawî yên nefermî em rêzê ji encaman re digrin. Encama referandumê da nişandan ku civak çiqas ji hev veqetiyaye. Ev jî di berpirsyariya hikûmet û serokomariya Tirkiyeyê de ye. Em dixwazin di dema herî nêzîk de bi Tirkiyeyê re hevdîtinên dualî pêk bînin."