Print this page

Almanya dixwaze leşkerên xwe bişîne Sûriyeyê

13:47:50

 

Rojava News: Wezîra Parastin a Almanyayê Ursula von der Leyen di axaftina xwe de ragihand ku divê Neteweyên Yekbûyî (NY) hêzeke aştî ku leşkerên alman jî di nav de bin bişîne Sûriyeyê.

Wezîra Parastin a Almanyayê Ursula von der Leyen di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Die Welt a almanî de got: "Divê gelê Sûriyeyê ji terefê Neteweyên Yekbûyî ve were parastin. Almanya jî di nav de divê Yekîtiya Ewropayê jî tevlî vê mîsyona Neteweyên Yekbûyî bibe."

Li gorî Von der leyenê şandina hêza aştî ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyeyê piştî rawestandina şer û lihevkirineke çareseriya siyasî ya Amerîka û Rûsyayê encex were rojevê.

Herwiha Von der leyenê di hevpeyvîna xwe de ragihand ku Almanya amadeye di çarçoveya hêza aştî de artêşa xwe bişîne Sûriyeyê.

Weke tê zanîn niha hejmarek serbazên pispor ên almanî li Herêma Kurdistanê ye û Hêzên Pêşmerge perwerde dike.