Print this page

Trump pîrozbayî li Erdogan kir

8:44:07 AM

RojavaNews: Serokê Amerîkayê Donald Trump, ji ber serkevtina di referaduma guhertina destûra Tirkiyê de, pîrozbayî li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir.

Çavkaniyên ser bi Serokatiya Komara Tirkiyê ragihandin, Donald Trump îro di pêwendiyeke telefonî de bi Erdogan re axiviye û serkevtina di referanduma ji bo guhertina 18 madeyên destûra Tirkiyê de, li wî pîroz kiriye.

Ajansa Nûçeyan Dogan (DHA) ragihand, ku çavkaniyên ji Serokomariya Tirkiyê ev zanyarî aşkere kirine.

Çavkaniyên ji Serokomariya Tirkiyê herwiha dane xuyakirin, têkildarî vê pêwendiya telefonî ya navbera Trump û Erdogan dê daxuyaniyeke nivîskî jî were weşandin.